Direct Feed

Clear all
23 Jul 2026, 18:09 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku ew li ser destpêkirina operasyonên leşkerî li Îranê difikire. Serok Trump di hevpeyvînekê de ji Axios re tekez kir ku ev êrîşên li ser Îranê dê ji êrîşên di dema operasyona Hêrsa Dastanî de hatibûn kirin mezintir bin. "Ez li ser êrîşeke mezin difikirim. Ji her carê mezintir. Ez nêzikî biryarekê me. Em ji her tiştî re amade ne," Serok Trump ji Axios re got. Wî tekez kir ku Îranê hêj têra xwe "ziyaneke mezin nedîtîye." Serokê Amerîkayê herwiha got ku Îran, "dixwaze danûstandinan bike" lê di vê demê de ji bo peymanê ne amade ne. Di 12 rojên dawî de, Amerîka û Îran êrîşan li dijî hevdu pêk tînin.

Download item bundle
Trump ji Axios re: 'Ez li ser Destpêkirina Operasyonên Leşkerî yên Mezin li Dijî Îranê Difikirim'
23 Jul 2026, 17:39 GMT By Ozlem Yasak

Li gor ragihandinên nepiştrastkirî yên ji Enqerê, pêşnivîsa qanûnê wê ji 10 -11 xalan pêk were û di 27’ê Tîrmehê de were pêşkêşkirinê Parlamentoyê.

Download item bundle
Qanûna Pêvajoya Aştiyê ya Tirkîyê Êdî Zelal Dibe
Credit: Ozlem Yasak
23 Jul 2026, 16:56 GMT

Li gor raporta Reutersê, Îranê herî kêm mehê carekê alîkarîya leşkerî ji Hûsîyan re şandîye. Çar çavkanîyan ji Reutersê re gotine ku Îranê vê mehê çend fermandarên Pasdaran û şêwirmendên leşkerî, mûşek, dron û alavên leşkerî ji bo Hûsîyan şandine Yemenê. Çavkanîyên ku behsa mijarê kirine, ku du jê Îranî, wezîrê ragihandinê yê Yemenê û analîstekî ewlekarîya herêmî di nav de ne, gotin ku Îranê di Mijdarê de ew hemî alîkarî ji Tehranê ber bi Yemenê ve şandine. Girjiyên di navbera Îran û civaka navneteweyî de li ser gefên wê li Tengava Hormuzê gihîştine qonaxeke nû, Hûsîyên Yemenê duh êvarê êrîşî du keştîyên Erebistana Siûdî kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê 23'ê Tîrmehê di peyameke li ser platforma Truth Social de got ku ew ji Hûsîyan "aciz bûye." Wî hişyarî da ku eger êrîşên li ser keştîyan dubare bibin, Amerîka dê Îranê berpirsîyar bibîne û herdu alî dê werin cezakirin.

Download item bundle
Raport: Îran Mûşek û Şêwirmendên Leşkerî ji Hûsîyan re Dişîne
23 Jul 2026, 15:23 GMT

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wan bi hevkarîya Shin Bet endamekê "terorîst" yê Hemasê ku di komkujîya 7'ê Cotmehê de beşdarî êrîşa nav axa dewleta Îsraîlê kiribû, ligel du "terorîstên din ên rêxistina Hemasê hatine tunekirin." Li gor daxuyanîya Hêzên Berevanîya Îsraîlê ku di X'ê de weşand, nasnameya wî eşkere kir û dibêje navê wî Abdullah Jeha ye, û di êrîşa 7'ê Cotmehê de ket nav axa Dewleta Îsraîlê. IDF'ê dibêje, di dema şer de û di demên dawî de jî, ew li ser plan û amadekar'yên êrîşan di qada deryayî de li dijî hêzên IDF û sivîlên Dewleta Îsraîlê çalakî encam dane. IDF'ê got "Tevî Jeha, du endamên din ên baskê leşkerî yê rêxistina terorî ya Hemasê jî hatin tune kirin: Muhammad Al-Hewari – serokê şaneyekê di Tabûra Zeyton de. Subhi Seqallah berpirsê çalakîyên Çavdêrîyê di Tabûra Zeyton de. Li gor daxuyanîya hevbeş a IDF û Shin Bet, van kesan di amadekirina planên terorî li dijî hêzên IDF û sivîlên Dewleta Îsraîlê de rol digirtin. IDF'ê jî got ku hêzên wê yên di bin fermandarîya Fermandarîya Başûr de li herêmê li gor peymanê cihgirtî ne û dê operasyonên xwe bidomînin da ku her metirsîya bilez were rakirin.

Download item bundle
IDF: Sê Endamên Çalak yên Hemasê Hatin Kuştin
23 Jul 2026, 14:09 GMT By Ozlem Yasak

Derîyê Sînor yê Nisêbîn û Qamişlo piştî destpêkiirna şerê navxweyî yê Sûrîyê ji 2011’an vir ve, ev nêzî 14 salane girtî ye.

Download item bundle
Tirkîye û Sûrîye Dibejin Derîyê Sînor yê Nisêbîn û Qamişlo Vedibe
Credit: Ozlem Yasak
23 Jul 2026, 13:47 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand: "Salek berê, Amerîkayê bi hêzeke mezin êrîşî Hûsîyan kir ji ber ku wan bi gulebarankirina keştîyan re astengî di bazirganîyê de çêdikir.” Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Ji wê demê û vir ve, di dema şerê me yê bi Îranê re, wan ti pirsgirêk çênekirin. Lê mixabin, niha dîsa destpê kirine û şeva borî gule li du keştîyên Erebistana Siûdî reşandin." Serokê Amerîkayê got ku ew ji Hûsîyan "aciz bûye." Wî hişyarî da ku eger ew careke din êrîş bikin, Amerîka dê Îranê berpirsîyar bibîne, ji ber ku Hûsî wekî hêzeke ser bi Îranê ve ne. Wî herwiha anî ziman ku dê êrîşekê mezin bibin ser Îran û Hûsîyan. Serokê Amerîkayê herwiha li ser platforma Truth Social hûrgilîyên zêdetir derbarê peymana navokî ya navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de eşkere kirin. Trump got ku Peymana Navokî ya Sivîl, ku rê nade hîç dewlemendkirina navokî yan jî bikaranîna leşkerî, dê were îmzekirin, eger Erebistana Siûdî tevlî Peymanên Îbrahîm bibe.

Download item bundle
Trump Hişyarîyeke Tund Dide Îranê û Hûsîyan
23 Jul 2026, 12:35 GMT

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Pêncşemê gotinên xwe yên berê dubare kirin ku “Îran ji bo peymanê ne amade ye” û got “ewê bihayê vê yekê bide.” Rubio ev axaftin di civîneke Wezîrên Derve yên Koma Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de kir. Wezîrî got, "Ewê ziyanên Îranê her şev zêdetir dibin heta ku ew bên ser hişên xwe." Wî herwiha got, "Tevî axaftin û xwe di rewşek baş derxistina Îranê de, ew gelek ziyanê dibînin û ev zirar dê li ser wan berdewam bike." Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê hêvî kir ku hikûmeta Îranê ji bo peymanê amade bibe û got ku dibe ku ev yek di nêzîk de çêbibe. Lê belê, wî tekez kir ku ew niha bêguman ne amade ne ji bo peymanê, herî kêm peymaneke wiha ku Amerîka jê razî bibe. Dema ji Rubio pirsîn li ser gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşên Îranê ser leşker û keştîyên Amerîkî, Rubio got, ku siyaseta Serok Trump wiha ye: "Eger hûn zirarê bidin wî, ewê du qat bersivê bide we. Ji ber vê yekê Îran dê bihayekî giran bide." Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha hêvî kir ku êrîşên Hûsîyên Yemenê rawestin û got: "Ez hêvî dikim êrîşên wan kêm bibin, Îranê ew xapandine." Li gor raportan, şerê Amerîka û Îranê mijara herî mezin a civînan bû. Tê pêşbinîkirin ku endamên ASEAN'ê di dawîya vê civînê de daxuyanîyekê bidin û bixwazin ku keştî bi azadî di deryayên navneteweyî de derbas bin.

Download item bundle
Rubio: Îran dê Bihayekî Giran Bide
23 Jul 2026, 12:01 GMT

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro roja Pêncşemê ji welatiyên xwe xwest ku ji ber zêdebûna aloziyan li herêmê, ji Rojhilata Navîn derkevin. Di daxuyaniyekê de li ser platforma X'ê hat weşandin, balyozxaneyê got, "Ji ber zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn, rewşa ewlehiyê hîn jî aloz e, û dibe bi şêweke neçaverêkirî gûr bibe. Welatiyên Amerîkayê yên ku niha li Rojhilata Navîn in divê hişyar bin û asta bilind a hişyariyê biparêzin, û ji bo îhtîmala nebûna geştên esmanî, girtina demkî ya firokxaneyan û astengiyên sefer kirinê amade bin." Balyozxaneyê her wiha got "Hin hêlên esmanî yên li herêmê ji nû ve destpêkirina geştên xwe li gorî bernameyên ku berê hatbûn plankirin paşxistine, hinên din jî hin geûtên xwe betal kirine." Balyozxaneyê got jî ku divê hemwelatiyên Amerîkî yên li derveyî Rojhilata Navîn di geştên xwe yên bo herêmê an derbasbûna bi rêya wê de rewşê ji nû ve binirxînin. Her wiha daxwaz ji Amerîkiyên li nav herêmê an yên ku di herêmê re derbas dibin kir ku rasterast bi kompaniyên ku bilêtên xwe ji wan stendine di peywendiyê de bin da ku piştrast bibin geştên wan di dema xwe de ne û agahdarî guherînan bibin.

Download item bundle
Amerîka Bang li Welatiyên Xwe Dike ku ji Rojhilata Navîn Derkevin
23 Jul 2026, 11:23 GMT

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîşên herî dawî yên şeva borî li dijî armancên leşkerî yên Îranê temam bûn. CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de got, "Di 22'ê Tîrmehê de, demjimêr 10:30'ê şevê bi dema rojhilatê Amerîkayê (ET), hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê, ji bo şeva 12'emîn li pey hev, xoleke din a êrîşan li dijî Îranê temam kirin. Daxuyanîya CENTCOM'ê dibêje "Hêzên Amerîkayê li armancên leşkerî yên Îranê xistin, di nav de şiyanên deryayî, bingehên depokirina mûşek û dronan, cihên çavdêriya peravê û hebûnên berevanîya esmanî. " "Êrîşan şiyana Îranê yên êrîşkirina deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî lawaztir kiriye," CENTCOM'ê got. Di vê mehê de, hêzên Amerîkî bi dehan cihên leşkerî yên Îranê di nava axa wî welatî de armanc girtin, di heman demê de dorpêça li dijî Îranê ji nû ve bihêz destpê kiriye. CENTCOM'ê dibêje hêzên wan arasteya neh keştîyên din yên bazirganî bi gumana binpêkirina dorpêçê guherandîye rê li ber wan keştîyan girtîye ku bikevin benderan an ji benderên Îranê derkevin. Zêdetirî 50,000 endamên hêzên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin û bi baldarî û bi hişyar, di amadekarîyan de.

Download item bundle
CENTCOM: Êrîşên Dawî yên Li Dijî Îranê Temam Bûn