Ji Washingtonê Heya Tehranê Peyamên Serokwezîrê Îraqê 'Zeydî' Çi Ne?
Piştî serdana Washingtonê û di demekî hestiyar rojhilata Navîn tê de derbas dibe, çav li ser serdana Serok Wezîrê Îraqê Elî El-Zaydî ye bo Tehran a paytexta Îranê. Ev serdan di heman demê de ye legel tevger û guherînên lezgin yên ewlehiyê ku ji aliyê El-Zeydî ve di nav saziyên leşkerî de hatin kirin. El-Zeydî li ser platforma Xê, ragihand ku armanca serdana wî ya îro bo Tehranê ew e ku li ser dosyeyên hevpar, hevkarîya dualî û li ser mijarên herêmî gotûbêj bike. Wî da zanîn ku ew hewildanên ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya li herêmê jî dê bikeve nav danûstandinan. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku dibe ku el-Zeydî peyam û nêrînên Serok Trump veguhêze, lê wî tekez kir ku Tehran li pey navbeynkariyeke zêdetir a bi Amerîkayê re nîne. Peyama Zêydî bo Tehranê: Çek tenê di destê dewletê de û Îraq nabê qada şer Şîrovekarê siyasî Xalib El-Da'mî gote Dengê Amerîkayê ku serdana Serokwezîr bo Îranê di demek pir hestyar de tê, ji ber hevsengiya dijwar a ku Îraq di navbera Amerîkayê û Îranê de dijî, û neçare ew dosyeyên hestiyar yên navbera Îraq û Îranê deyne ser maseya gotûbêjan. Wî diyar kir ku armanca sereke ya serdanê ew e ku Tehranê agahdar bike ku piştgiriya komên çekdar rawestîne, da ku ew di nav hêzên ewlehiyê de werin entegrekirin û çekên xwe radest bikin. El-Da'mî bawer dike ku Zeydî hin peyamên Amerîkayê re jî bi xwe birye û got ku Îran niha Îraqê wekî girêdana sereke ya herêmî dibîne û dibe ku têkiliya El-Zeydî bi Washingtonê re bibe hêmanek ku pozîsyona wî di navçeya Rojhilata Navîn û di danûstandinên wî yên bi Tehranê re xurt bike. Husên Ereb: El-Zeydî Dixwaze Îraq bibe Qada Diyalogê di navbera Washington û Tehranê de Husên Ereb, parlamenterê berê li Bexda, gote Dengê Amerîkayê ku armanca serdana El-Zeydî bo Tehranê ew e Îranê dilrihet bike ku Îraq dê nekeve qadeke pevçûnê an jî bibe cihê ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve ji bo pêkanîna êrişan were bikaranîn. Li gorî wî, Îraq dixwaze bibe qadeke hevdîtin, diyalog û danûstandinê di navbera aliyên cuda de. Wî da zanîn ku di vê serdanê de hin dosyeyên aborî jî werin nîqaşkirin, wek dosyeya rêyên deryayî, hinardekirina petrolê, û Tengava Hormuzê. Politico: Hin Komarî yên Amerîkî Dixwazin Encamên Berbiçav Bibînin Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî hefteya borî li Washingtonê, di yekem gera xwe ya navneteweyî de piştî ku dest bi kar kirî, bi Serok Donald Trump û hejmareke mezin ya Yasadanerên Amerîkî re civiya. Lêbelê, endamên Kongresê ji şiyanên Zeydî bi gumanin. Rojnama Politico ya Amerîkî îro Pênçşemê got ku yasadanêrên Komarî zextê li serokê nû yê Îraqê dikin ku guhertinên berfireh pêk bîne, di nav de bêçekkirina milîşyayên Îraqî yên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin. Hejmarek ji Komarîyên Kongresê Amerîkî nîgeran in ku El-Zeydî di Rojhilateke Navîn a aloz de bibe heparekê baş bû Amerîkayê. Joe Wilson endamê Komarî yê Kongresa Amerîkî got, "Rêberên Îraqî di demên berê de em xapandine, û heta niha, sedemek min tune ku ez bawer bikim ku ev yek dê cuda be." Ji alîyê xwe ve Tim Burchett endamê Komîteya Karûbarên Derve ya Kongresê got ku wî di serdana hefteya borî de ji Zeydî bersivên pêwîst negirtin. Burchett got, ku ew hêvî dike ku El-Zaydî bikaribe di dawî 30ê Îlonê de soza bêçekkirina milîsyayên Îraqê bicîh bîne, lê ev yek ê dijwar be.