← Back to Direct feed
Download item bundle

Raport: Îran Mûşek û Şêwirmendên Leşkerî ji Hûsîyan re Dişîne

23 Jul 2026, 16:56 GMT
Raport: Îran Mûşek û Şêwirmendên Leşkerî ji Hûsîyan re Dişîne

Li gor raporta Reutersê, Îranê herî kêm mehê carekê alîkarîya leşkerî ji Hûsîyan re şandîye. Çar çavkanîyan ji Reutersê re gotine ku Îranê vê mehê çend fermandarên Pasdaran û şêwirmendên leşkerî, mûşek, dron û alavên leşkerî ji bo Hûsîyan şandine Yemenê. Çavkanîyên ku behsa mijarê kirine, ku du jê Îranî, wezîrê ragihandinê yê Yemenê û analîstekî ewlekarîya herêmî di nav de ne, gotin ku Îranê di Mijdarê de ew hemî alîkarî ji Tehranê ber bi Yemenê ve şandine. Girjiyên di navbera Îran û civaka navneteweyî de li ser gefên wê li Tengava Hormuzê gihîştine qonaxeke nû, Hûsîyên Yemenê duh êvarê êrîşî du keştîyên Erebistana Siûdî kirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê 23'ê Tîrmehê di peyameke li ser platforma Truth Social de got ku ew ji Hûsîyan "aciz bûye." Wî hişyarî da ku eger êrîşên li ser keştîyan dubare bibin, Amerîka dê Îranê berpirsîyar bibîne û herdu alî dê werin cezakirin.