IDF: Sê Endamên Çalak yên Hemasê Hatin Kuştin
23 Jul 2026, 15:23 GMT
Source URL: https://www.dengeamerika.com/a/israil-hemas/8175230.html
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wan bi hevkarîya Shin Bet endamekê "terorîst" yê Hemasê ku di komkujîya 7'ê Cotmehê de beşdarî êrîşa nav axa dewleta Îsraîlê kiribû, ligel du "terorîstên din ên rêxistina Hemasê hatine tunekirin." Li gor daxuyanîya Hêzên Berevanîya Îsraîlê ku di X'ê de weşand, nasnameya wî eşkere kir û dibêje navê wî Abdullah Jeha ye, û di êrîşa 7'ê Cotmehê de ket nav axa Dewleta Îsraîlê. IDF'ê dibêje, di dema şer de û di demên dawî de jî, ew li ser plan û amadekar'yên êrîşan di qada deryayî de li dijî hêzên IDF û sivîlên Dewleta Îsraîlê çalakî encam dane. IDF'ê got "Tevî Jeha, du endamên din ên baskê leşkerî yê rêxistina terorî ya Hemasê jî hatin tune kirin: Muhammad Al-Hewari – serokê şaneyekê di Tabûra Zeyton de. Subhi Seqallah berpirsê çalakîyên Çavdêrîyê di Tabûra Zeyton de. Li gor daxuyanîya hevbeş a IDF û Shin Bet, van kesan di amadekirina planên terorî li dijî hêzên IDF û sivîlên Dewleta Îsraîlê de rol digirtin. IDF'ê jî got ku hêzên wê yên di bin fermandarîya Fermandarîya Başûr de li herêmê li gor peymanê cihgirtî ne û dê operasyonên xwe bidomînin da ku her metirsîya bilez were rakirin.