Trump Hişyarîyeke Tund Dide Îranê û Hûsîyan
23 Jul 2026, 13:47 GMT
Source URL: https://www.dengeamerika.com/a/amer%c3%aeka-trump-rojhilata-nav%c3%aen/8175201.html
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand: "Salek berê, Amerîkayê bi hêzeke mezin êrîşî Hûsîyan kir ji ber ku wan bi gulebarankirina keştîyan re astengî di bazirganîyê de çêdikir.” Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Ji wê demê û vir ve, di dema şerê me yê bi Îranê re, wan ti pirsgirêk çênekirin. Lê mixabin, niha dîsa destpê kirine û şeva borî gule li du keştîyên Erebistana Siûdî reşandin." Serokê Amerîkayê got ku ew ji Hûsîyan "aciz bûye." Wî hişyarî da ku eger ew careke din êrîş bikin, Amerîka dê Îranê berpirsîyar bibîne, ji ber ku Hûsî wekî hêzeke ser bi Îranê ve ne. Wî herwiha anî ziman ku dê êrîşekê mezin bibin ser Îran û Hûsîyan. Serokê Amerîkayê herwiha li ser platforma Truth Social hûrgilîyên zêdetir derbarê peymana navokî ya navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de eşkere kirin. Trump got ku Peymana Navokî ya Sivîl, ku rê nade hîç dewlemendkirina navokî yan jî bikaranîna leşkerî, dê were îmzekirin, eger Erebistana Siûdî tevlî Peymanên Îbrahîm bibe.