Amerîka Bang li Welatiyên Xwe Dike ku ji Rojhilata Navîn Derkevin
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro roja Pêncşemê ji welatiyên xwe xwest ku ji ber zêdebûna aloziyan li herêmê, ji Rojhilata Navîn derkevin. Di daxuyaniyekê de li ser platforma X'ê hat weşandin, balyozxaneyê got, "Ji ber zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn, rewşa ewlehiyê hîn jî aloz e, û dibe bi şêweke neçaverêkirî gûr bibe. Welatiyên Amerîkayê yên ku niha li Rojhilata Navîn in divê hişyar bin û asta bilind a hişyariyê biparêzin, û ji bo îhtîmala nebûna geştên esmanî, girtina demkî ya firokxaneyan û astengiyên sefer kirinê amade bin." Balyozxaneyê her wiha got "Hin hêlên esmanî yên li herêmê ji nû ve destpêkirina geştên xwe li gorî bernameyên ku berê hatbûn plankirin paşxistine, hinên din jî hin geûtên xwe betal kirine." Balyozxaneyê got jî ku divê hemwelatiyên Amerîkî yên li derveyî Rojhilata Navîn di geştên xwe yên bo herêmê an derbasbûna bi rêya wê de rewşê ji nû ve binirxînin. Her wiha daxwaz ji Amerîkiyên li nav herêmê an yên ku di herêmê re derbas dibin kir ku rasterast bi kompaniyên ku bilêtên xwe ji wan stendine di peywendiyê de bin da ku piştrast bibin geştên wan di dema xwe de ne û agahdarî guherînan bibin.